Erdogan di destpêka axaftina xwe de ji bo mezlûmên li Filîstîn, Sûriye, Iraq, Libya, Misir, Myanmar, Patanî û hemû mezlûmên dinyayê dia kir. Erdogan qendîla hemûyan bimbarek kir û got înşaellah diayên we qebûl bibin.
-Em ê biratiya xwe xurttir bikin
Serokwezîr Erdogan got: "Înşaellah em ê bên meqamê serokomariyê û bi awayekî demokratîktir xebatên xwe bidomînin."
Serokwezîr Erdogan wiha dewam kir: "Em dê biratiya xwe xurttir bikin. Em dê ji bo meqem, netewe, pere û pûl ji hev du hez nekin. Ez ji tirkan ji bo ku Tirk in, ji kurdan ji bo ku Kurd in, ji lazan ji bo ku Laz in, ji ereban ji bo ku Ereb in hez nakim. Ez ji bo ku Xwedayê ku min afirandiye wan jî afirandiye hez dikim. Em li pey nasnameyên siyasî baz nadin. Em ne namzedê qismek in, em namzedê 77 milyona ne. Em dê bi biryar li ser rêya xwe bimeşin."
"An Tirkiyeya kevn an jî Tirkiyeya nû"
Erdogan got: "Vê ji bîr nekin, li Tirkiyeya kevn bêrêtî û qedexe hebûn. Li Tirkiyeya kevn çete û mafya hebûn, qeyran hebûn. Em 12 salan xebitîn me li ber xwe da û Tirkiyeyê ji van qeyranan xilas kir."
Erdogan bal kişand li ser bûyerên ku ev 16 rojin li Xezeyê diqewimin û got ku di 16 rojan de 650 kes mirin û zêdetirî 4 hezaran kes jî birîndar bûn.
Erdogan got ku haya hemû welatên îslamî ji qetlîamê heye, lê tu kes deng nake û wiha dewam kir:
"Neteweyên Yekbûyî (NY) qetlîamê dibînin lê Hamasê kiryarê qetlîamê sûcdar nakin û piştgiriyê didin Îsraîlê. Niha hemû gelê dinyayê rabûne li ser piya û bertek nîşanî qetlîamê didin, herwiha li Londra, Parîs, Berlîn, Amman, Belgrad, New York û Atînayê protesto tên kirin. Hin welatên ku xwe wek demokrat bi hav dikin, dibêjin em demokratin, em azadîxwaz in destûrê nadin protestoyan. We digot em demokrat in, em azadîxwaz in, gelo hûn çima destûrê nadin protestoyan?"
Erdogan got ku hemû dinya bê deng bimîne jî em dê bêdeng nemînin û wiha dewam kir:
"Bav û kalên me tim li bal mezlûman bûn. Îro em jî li bal mezlûman in. Hin kes ji vê yekê aciz dibin. Kî aciz dibe dest nedinê bila aciz bibe. Kiliçdaroglû, birêz Ekbel, Demirtaş ji ber vê yekê aciz dibin, bila aciz bibin. Em dê hertim vê qetlîamê bibîr bînin. Em ê zarokên bê suc û guneh ên li Xezeyê dimrin tim bibîr bînin û bi bîra kesên ku aciz dibin jî bixin."