Abdullah Tel
15 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ANKARA
Di xwepêşandanên li dijî vebûna balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê ku li Xezeyê hatin lidarxistin da gelek Filistînî bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin û li ser vê yekê Tirkiyeyê şermazkirin û ji bo 3 rojan îlankirina şîna neteweyî jî di nav da dest bi hewlên dîplomatîk kir.
Tirkiye ji bo ku Teşkîlata Hevkariya Îslamî bi deresayî bicive bang kir û ji bo piştgiriya Filistînê jî li Stenbol û Diyarbekirê amadehiya organîzekirina mîtîngên mezin dike.
Di çalakiyên protestokirinê da eskerên Îsraîlê 59 filistînî şehîd kirin û piranî jê bi guleyên heqîqî herî kêm 2 hezar û 750 Filistînî jî birîndar kirin.
Ji ber tevgera Îsraîlê ya li hemberî Filistîniyan û biryara Amerîkayê ya barkirina balyozxaneyê Lijneya Wezîran duh civiya. Lijneya Wezîran bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra şêwirî û biryar da ku ji bo piştevaniya Filistîniyan 3 roj şîna neteweyî bê îlan kirin û biryar îro jî hat sepandin. Li çar aliyê welêt ji ber şîna neteweyî ala heta nîvî hatin daxistin.

Tirkiyeya ku di Teşkîlata Hevkariya Îslamî da Serokatiya Heyamê ya Lûtkeyê dike bang kir ku bila teşkîlat bi deresayî roja îniyê bicive û ji bilî vê jî Tirkiyeyê bi armanca şêwrê gazî balyozên xwe yên li Tel Avîv û Washîngtonê kir ku bên Enqereyê.
Wezareta Karên Derva jî bi armanca ku Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo meseleyê bicive, hewl dide.
Serokomar Erdogan niha li Îngilistanê ye ji ser têlefonê bi Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas ra axivî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbuyî Antonio Guterres jî di nav da wê bi gelek lîderan ra jî biaxive.
Roja îniyê piştî nimêjê wê li Meydana Yenîkapiyê û roja yekşemê jî li Diyarbekirê dijî zilma Îsraîlê ya ser Filistîniyan wê mîtîngên mezin bên lidarxistin.