Sarp Özer
25 Gulan 2022•Rojanekirin: 26 Gulan 2022
Cinazeyê 5 eskerên ku di Operasyona Pençe-Kilîtê da şehîd bûn, li Hekariyê bi merasima ku hat lidarxistin va ber bi warê wan va hatin oxirkirin.
Ji bo Şehîd Texmen Abulkadîr Guler, Çawîşên Pispor Bîcan Kapilay, Huseyîn Cankaya, Onur Dogan û Erê Bipeyman Celal Tekederelî li Balafirgeha Şerafettîn Elçî merasim hat lidarxistin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akarê ku şeva xwe li Çukurcayê derbas kir bi Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Musa Avsever û Fermandarê Hêza Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz ra beşdarî merasimê bû. Merasim bi xwendina kurtejiyana eskerên şehîd dest pê kir.

Cinazeyên şehîdan ji firokeyê hatin hildan û hevalên şehîdan ketin binê darbestan û cinaze kirin balafiran û paşê dia hat kirin.
Paşê du balafirên Fermandariya Hêza Esmanî cinaze ber bi warê wan va birin.

Şehîdê Texmen Guler li Antalyayê, şehîd Çawîşê Pispor Kapilay li Hatayê, şehîd Çawîşê Pispor Cankaya li Kutahyayê, şehîd Çawîşê Pispor Dogan li Enqereyê û şehîd Erê Bipeyman Tekederelî li Meletiyê hatin definkirin.