Ustun daxuyand ku li Rojhilata Navîn ji 150 salan zêdetir e ku îstiqrar tune û ev jî kêri berjewendiyên rojavayiyan tê.
Ustun bal kişande sînorên çêkirî û îxtilafa suniyan û wiha axivî: "Ev îxtilaf dewam dikin. Em nizanin ku armanca vê komê ya terorê çi ye û kê piştgiriyê dide wan. Lê navê vê çeteya kuştinê DÎŞI ye. Çek hildane destên xwe û misilman, elewî, êzdî, sunî her kesî dikujin. Em nasnameya mezlûman nanihêrin. Tirkiye çawa ku berê ji li sûriyanî, tirkmen, ereb û kurdan xwedî derketiye, divê nasnameya kesên ku li Çiyayê Şengalê jî nenihêrî û li êzdî, xiristyan, elewî û sunî hemûyan xwedî derkeve."
Ustun daxuyand ku Tirkiyeyê ji bo êzdiyên Çiyayê Şengalê gav avêtiye û ji bo vê mijarê berpirsyarên amerîkî re jî hevdîtinan dikin.
Ustun destnîşan kir ku êzdî hêdî hêdî tên Tirkiyeyê û wiha got: "Ji sînorên Tirkiyeyê re dikevin welêt. Li wan deran jî wek ji bo kesên ku Sûriyeyê tên, ji bo wan jî konbajar tên avakirin. Di van konbajaran de ewil alîkariyên mirovahiyê dê bên kirin. Pişt re jî înşallah ev mirov dê li herêmên biewle yên ku terk kirine bên bicihkirin."
Ustun got ku ji ber tevgerên rojavayiyan gel bi çavekî cuda li Tirkiyeyê dinihêre, lê dibînin ku Tirkiye welatekî ku bi rehetî dikarin xwe bispêrinê ye û alîkariya her kesî dike.