Elif Orhan
22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
ANKARA (AA) - Serokê Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê Ebdûrrehman Mistefa got piştî ku PYDya milê Sûriyeyê ya PKKyê Tel Abyadê wek "kantona" xwe ya nû îlan kir heke êrîşî rojavayê Robarê Firatê bike dê tirkmenên li herêmê mecbûrî koçkirinê bike, ji ber vê yekê dixwazin ku herêm demildest wekî "herêma ewledar" bê îlankirin.
PYD ji bo ku Kobanê û Efrîna di bin kontrola xwe de bike yek pêngavan diavêje. Mistefa fikara di nav tirkmenên ku di navbera van her du herêman de dijîn û ev fikra yekkirinê dibe sedem ji nûçegihanê AAyê re qise kir.
Mistefa qal kir ku PYDyê Tel Ebyada li sînorê Tirkiyeyê yê ku di 15ê hezîranê de ji DAEŞê sitand duh wekî "kanton" îlan kir û wiha axivî: "Îlankirina kantonan ji bo dewleta kurdan a ku dê li herêmê bê avakirin, rêdîtin e. Pêngavên wisa ne ku ji bo ku rewşa demografîk a herêmê biguherînin hatin avêtin. Em dibînin ku hêzên navneteweyî jî piştgiriyê didin vê projeyê. Hewl didin ku PYDyê baş nîşan bidin û nêrîneke wekî ku PYD rêxistineke terorê nîne derxînin holê."
Mistefa bi bîr xist dema ku PYDyê Tel Ebyad bi dest xist tirkmen û erebên ku vir dijîn mecbûrî koçkirinê kir û diyar kir ku rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 13ê cotmehê de weşand û balê dikşîne ku PYDyê sûcê şer kiriye, drama ku Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê ev demek dirêj e hewl dida ku ragihîne radixe derdixîne holê.
Mistefa destnîşan kir ku PYD ber bi rojavayê Robarê Firatê pêş dikeve û ev yek jî dê di nav ereb û tirkmenên ku wir gelekî hene de bibe sedema pêleke koçê ya mezin û wiha axivî:
"Kobanê, Tel Ebyad û Cezîre hatin girêdan. Êdî ji bo yekkirina bi 'kantona' Efrînê re hewl didin. Di navbera Azez-Cerablûsê wekî ku Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê her dem teleb dike divê ku herêma ewledar bê avakirin. Heke PYD derbasî rojavayê Cerablûsê bibe sûcê xwe yê şer ê ku hatiye belgekirin dê li herêma ku lê 500 hezar tirkmen hene dubare bike. Dema mirov bi tirkmenên ku li Reqayê ji cihên wan hatin kirin muqayese dike ev dê bibe sedema qeyraneke mirovahiyê ya mezintir."
- "Daxwaza herêma ewledar bi îsabet e"
Mistefa Tirkiyeyê hem ji bo tirkmenan hem jî ji bo komên din ên bindest ên li Sûriyeyê wekî "tekane sipartgeha ewledar" bi nav kir û got ku "Me her dem çareseriyeke siyasî ya ku piştgiriyê dide yekîtiya axa Sûriyeyê xwest. Daxwaza me ya herêma ewledar bi îsabet e û ewledar e."
Mistefa li Sûriyeyê hevkariya Rûsyayê ya bi rejima Esed re û îlanên "kantonan" a PYDyê wekî "dîzaynên dawîn ên li Sûriyeyê" bi nav kir û diyar kir tirkmen dixwazin ku di atmosfereke ku azadî û mafên demokratîk lê hene de bijîn.
- Li bendê ne ku ji Helebê koçeke mezin çêbe
Mistefa qal kir ku ji dema ku li Helebê êrîşên hewayî yên ûris dest pê kir vir ve pevçûnên di navbera mixalif û hêzên rejimê de geştir bûn û wiha axivî: "Heke pevçûn bi zêdebûn berdewam bikin dê ji Helebê koçeke mezin çêbe. Rejim ji bo ku hevsengiyên li vê herêmê biguherîne gelekî tehdeyê dike."