05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
ANKARA
Ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) va 7 hedefên li deşt û beyarên Yuksekovayê, 2 hedefên li herêma Avaşîna li bakurê Iraqê û 4 hedefên li Qendîlê yên rêxistina terorê, bi hemleya asîmanî va hatin jinavbirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, di encama nirxandina fealiyetên îstixbaratê da li dijî hedefên rêxistina terorê hemleya asîmanî hat lidarxistin.
Di çarçoveya hemleyê da firokeyên şer ên Fermandariya Hêzên Asîmanî li 7 hedefên li deşt û beyarên Yuksekovayê, 2 hedefên li herêma Avaşîna li bakurê Iraqê û 4 hedefên li Qendîlê dan.
Piştî bicihkirina peywirê, jet vegeriyan baregehên xwe. Xebatên tespîtkirina xesar û zayîetê dewam dikin.