Hikmet Faruk Başer
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 19 Sibat 2025
Tê çaverêkirin li Stenbolê bi hatina hewaya sar a ku ji Deryaya Reş bê ra barîna berfê 4 rojan berdewam be.
Pisporê Mezendeya Rewşa Hewayê yê Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Abdullah Macît di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da anî ziman ku li Stenbolê îro ewê baran bibare, roja çarşemê jî berf û baran tevlihev, wê şilope be.
Macît destnîşan kir ku roja pêncşemê û şûn da li Stenbolê çaverêya berfê dikin û got, "Em çaverê ne heta roja duşemê bi navber berf bibare. Em texmîn dikin ewê roja în û şemiyê barîna berfê zêde be."
Macît tekezî kir ku berfê wê ji ser Deryaya Reş va were û got, "Em çaverê ne li seranserê welêt, germahiya hewayê ji 8 heta 12 pileyan dakeve xwarê. Li Stenbolê germahiya hewayê ewê di bin sifirê da 1 heta 2 pileyan dakeve xwarê. Em texmîn dikin ewê barîna berfê li deverên rojhilat û bakurê Stenbolê bi bandortir be."