ENBAR
Hat ragihandin balafirên koalîsyona navneteweyî ya pêşengê wan Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye bombe barandin ser Fellûceya wilayeta Enbarê û di êrîşê de 13 milîtanên DAEŞê mirin, 22 milîtan birîndar bûn, gelek çek, wesaît û cebilxaneyên rêxistinê jî hatin îmhakirin.
Ji Teşkîlata Polêsan a Fellûceyê serdar Wîsam el-Fellahî daxuyanî da nûçegihan AAyê û diyar kir ku balafirên hêzên koalîsyonê li Fellûceyê êrîşî ser gelek kozikên DAEŞê kirin.
Fellahî destnîşan kir ku balafiran bombe barandin ser kozikên DAEŞê yên li taxên Cebîl, es-Sanaî û el-Endelusê û wiha pê de çû: "Di êrîşa ku li taxa Endelusê hat kirin de depoya çekên DAEŞê ya herî mezin a li herêmê hat înfilaqkirin. Di êrîşê de 13 milîtan mirin û 22 milîtan jî birîndar bûn û gelek avahiyên ku rêxistinê wek embara çekan bi kar dianîn jî hilweşiyan."
Serdar Fellahî ragihand ku di du mehên dawîn de ev cara duyemîn e ku balafirên koalîsyonê êrîşê dibin ser cihên çek û cebilxaneyên DAEŞê lê ne û ev yek jî ji bo têkçûna rêxistinê bi kêr e.
DAEŞê piştî ku Ramadî girt bin kontrola xwe rayedarên iraqî jî deh roj berê diyar kirin ku ji bo rizgarkirina Enbarê dest bi operasyonê kirine.