GAZÎANTEP
Halîl Îbrahîm Goguşê ku bûbû namzedê serbixwe yê Rihayê ew 4 roj bûn wenda bûbû, li Gazîantebê hat ditîn. Hat diyarkirin ku Goguş li Gazîantebê ji wesayîtekê hatiye avêtin û wisa hatiye dîtin.
Goguş li ser îxbara welatiyan hat ditîn û polêsan ew bir nexweşxaneyê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hildan, welatiyan li ser rêya Gazîanteb û Rihayê dît ku kesek ji wesayîtekê avêtin û li ser vê bûyerê welatiyan gazî polêsan kir.
Polêsên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Bajêr, Goguş kontrol kirin û tu nîşana derb û cebrê li ser tuneye. Polêsan Goguş birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Ersîn Arslan.
Li gor agahiyan piştî nexweşxaneyê dê Goguş ji bo îfadeya wî sewqî Midûriyeta Ewlehiyê bikin.