SELAHADDÎN
Malbatên tirkmen ên şiî yên ku milîtanên DÎŞIya rêxistina terorê ew ji Tûzxûrmatûya navçeya bajarê Selahaddîn dûr xistibûn, êdî vedigerin malên xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê bi dest xist, piştî ku li gundê Tûzxûrmatûyê yên wekî Çardaxli, Bîravcili û Hasadarliyê ewlehî pêk hat, hin malbat vegeriyan malên xwe. Lê belê gundî piştî vegerînê bi malên xwe yên xirabe re rû bi rû man. Guleyên hewanê yên neteqiyayî û qulên guleyan ên di dîwaran de mezinahiya pevçûnên mezin nîşan dide. Li gund av û ceyran tune û ev 3 roj in ku nikarin telefonên destan bi kar bînin.
Li binê gundê Çardaxliya ku tirkmenên şiî lê dijîn, Tûgayên Bedîrê nobetê digirin. Ji niştecihên gund Ehmed Kemal daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "Me dema ku malên xwe yên wêranbûyî dîtin, em matmayî man. Em niha hewl didin ku xaniyên xwe temîr bikin. Li gundê me 325 malbat hebûn. Di nav 10 rojên dawîn de 60 malbat hatin. Pirsgirêka me ya herî mezin tunebûna ceyranê ye. Heke ev pirsgirêk jî bê çareserkirin dê her kes vegere gundê xwe."
Huseyîn Saniyê ji gundê Bîravciliyê 7 kîlometro dûrî Tûzxûrmatûyê jî got ku milîtanên DÎŞIyê zirar dane hemû malan. Samî got digel ku xaniyên me wêran bûn lê dîsa heta niha tu rayedar nehatin gund û ev yek jî me gelekî xemgîn dike.
Pevçûnên piştî ku DÎŞIyê di 10 hezîranê de Mûsil bi dest xist dest pê kirin, berdewam dikin. Yekîneyên artêşa Iraqê û pêşmerge bi piştgiriya êrîşên ji hewayê yên hêzên koalîsyona di bin serkêşiya DYAyê de, bi DÎŞIyê re pev diçin. Pevçûn piranî li Ramadî, derûdora Bendava Mûsilê, başûrê Kerkûkê û hin herêmên li Selahaddînê berdewam dikin.