ANKARA
Cîgirseroka Koma HDPyê Pervîn Buldanê ji bo tedayiya li dijî jinan pêşniyaza qanûnê da.
Buldanê pêşniyaza ku divê di Zagona Dadger û Dozgeran û Zagona Akademiya Edaletê da guherandin were kirin pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.
Di daxwaznameya pêşniyazê da hat gotin ku li Tirkiyeyê tedayiya li dijî jinan berfireh bûye û êdî tedayiya li dijî jinan di warê civakî û kamuyê da jî belav bûye û herî zêde jî di saziyên dadê da newekhevî derdikeve pêş.
Li gor pêşniyarê wê xebatên perwerdeyê yên li dijî tedayiya li dijî jinan werin kirin û dayîn.