Zagon di warê înternetê de verastkirinên nû tîne û destûrên nû dide destê Serokatiya TÎBê.
Di çarçoveya zagonê de Serokê TÎBê dê têketina înternetê asteng bike û di nav 24 saetan de jî pêşkêşî destûra dadgehê bike. Dadger jî dê der barê mijarê de di nav 48 saetan de biryar bide. Di dema lêpirsînê de biryar dê ji aliyê dadgehên cezayê yên sulhê ve were dayîn. Ev biryar, dema ku li derekê ji yekê zêdetir dadgeha cezayê ya sulhê hebe dê ji aliyê LBDDyê ve dadgehê were diyarkirin.