Piştî axaftina Serokwezîr Erdogan ya li Diyarbekirê di raya giştî de nîqaşên ji bo efûya giştî derketin. Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der barê van nîqaşan de got ku " Efûya giştî di rojeva îro de tune. Serokwezîrê me di wê axaftina xwe de ji bo dahatûyê perspektîfekê nîşan dide."
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, piştî Civîna Lijneya Wezîran ya ku li Avahiya Navend ya Serokwezîrtiyê hat lidarxistin, daxuyanî dan rojnamevanan.
Rojnamevanekî diyar kir ku piştî axaftina Serokwezîr Erdogan ya li Diyarbekirê, di raya giştî de nîqaşên ji bo efûya giştî dest pê kirin. Arinç li ser pirsa rojnamevanê ya wek ' tu xebatên hikûmetê yên wiha hene an na?' wiha axivî: " Hevalno, axaftina Birêz Serokwezîr gelekî diyar bû. Ne tenê Diyarbekir, hemû cîhanê bihîst. Serokwezîr girêdayî metna nivîskî ma û axaftina xwe kir. Heke hûn bala xwe bidin li ser hemû paragrafa der barê vê mijarê de, hûnê bibînin ku hêviya efûya giştî, bi tu awayî nehatiye bilêvkirin. Di ser de jî ji ber ku berê dîsa hatibû pirsîn, hin daxuyaniyên berê yên Serokwezîrê me yên der barê vê mijarê de hene. Efûya giştî di rojeva îro de tune. Birêz Serokwezîrê me di wê axaftina xwe de ji bo dahatûyê perspektîfekê nîşan dide. Min jî bi israr xwend. Dibêje ku ' Bi izna Xwedê heke emrê me jî têrê bike, em di dahatûyê de xeyala Tirkiyeyeke wiha dikim.' Ango bila kesek di girtîgehan de nemîne, tu kes li çiyê nemîne, bila aştî û azadî çêbe, bila mirov xwe baştir îfade bikin, qedexe bila rabin û bila lihevkirin çêbe. Wê rojê li Diyarbekir ji bilî van tiştek nehat axaftin."
Arinç got ku axaftinên mêvanên me yên ku duh hatin, hem di bertekên gel de hem jî di wêneyên gelekî xweşik de mirovan bêtir behsa aştî û biratiyê kirin. Arinç axaftina xwe wiha berdewam kir: " gotin bila kes rondikan nebarîne, bila dayîk negirîn. Êdî ne tenê 37 sal, bila tu kes 37 deqîqeyan jî ji welatê xwe dûr nekeve. Ango di nav ev qas axaftinên xweşik de ji kerema xwe neçin û gotina ' ha nexwe dê rojtira din bexş derkeve, dê ev bi awayekî derkevin derve' nederxînin. Yê ku dê girtîgehan vala bike hikûmeta me nîne. Li Tirkiyeyê daraz heye. Bergirtina a derketina çiyê heye ü bi awayekî baş encambûna pêvajoyê re eleqedar e. Serokwezîrê me got ku " heke dev ji çekan bê berdan û rohên ku li ser siyaset û ramanan tê axaftin bê, dê Tirkiye bikara dahatûyê de rojên wisa xweş bibîne."
- " Axaftina Serokwezir ya li Diyarbekirê"
Arinç li ser nîqaşên ku piştî axaftina Serokwezîr Erdogan ya li Diyarbekirê di der barê efûya giştî de derketin, gotina Martîn Luther ya " I have dream (xewneke min heye) bi bîr xist. Arinç got ku ev gotin ne tenê ji bo şerê reşik û spiyên Amerikayê hat gotin, ev gotin ji bo bi hezaran mirovî hat gotin. Tabî yê me jî xeyalên me ji bo Tirkiyeyeke nû hene. Bila tenê du sê hevokan neynin bal hev û bi çavê dê efûya giştî derdikeve, lê nenêrin. Divê dîmenên wan kesên ku dibêjin ' ji bilî aştiyê tu şensê me tune' bê dîtin. Bi ya min encama herî baş ya ku dê em ji vê axaftinê derxin ev e."
- " Birêz Serokwezîr bi biryariyeke gelekî mezin bi navê Kurdistan bang kir"
Bulent Arinç bi bîr xist ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li Diyarbekirê de gotina " Kurdistan" bi kar anî. Li ser pirsên ' çima got Kurdistan, gelo ev yek berê hatibû payîn an na?' wiha axivî:
" Ji bilî me her kes dibêje Kurdistan. Çima dibêje? Ji ber ku di destûra Iraqê bixwe de jî wisa dibêje, navê hikûmeta wan bixwe jî wisa ye. Heke hûn vê yekê nebêjin hûn nabêjin, lê heke hûn bibêjin jî hûn tişteke nû dernaxînin. Navê wî welatî, wê sîstemê, wê rejîmê ew e. Divê yekî li cihekî vê bigota. Li welatê me jî kesên ku vê dibêjin wek navê herêmekê diaxivin. Nexwe di destûra me de, tiştekî wiha tune. Birêz Serokwezîr bi biryariyeke gelekî mezin bi navê Kurdistan bang kir û ji ber vê yekê jî tu kêmasî nîşan
neda."
-Ji bo dersxaneyan dê guh bidin ramanên hemû aliyan
Arinç destnîşan kir ku mijara der barê dersxaneyan de di rojeva Civîna Lijneya Wezîran de cî girt û wiha axivî: "Me biryar da ku em vê xebatê bi pirs û pêşniyazên hevalên me berfirehtir bikin. Em ê bi taybetî di mijara dersxaneyan de bala xwe bidin li ser agahiyên xelet û serî li nêrîn û ramanên gel, xwendekarên di dersxaneyan de dixwînin, malbatên wan, mamoste û birêvebirin dersxaneyan bidin. Bi vî awayî me li hev kir ku bi beşdaran re car din li ser vê mijarê sekinîn, dê baş be.Piştî ku ev xebat hatin kirin dê Birêz Serokwezîrê me di Lijneya Wezîran de dê car din pêşkeşiyekê bike."
Rojnamevanekî pirsa "Daxuyaniyên berê yên Wezîrê Perwerdeya Neteweyî wek 'Heke dersxane bên girtin, dê bikarin derveyî Wezareta Perwerdeyê faliyetên xwe bidomînin' hat şirovekirin. Gelo dersxane dê bikarin faliyetên xwe bi vî awayî berdewam bikin?" pirsî. Li ser vê yekê Arinç got ku "Rast e, mijara dersxaneyan hat axaftin. Lê tiştê ku em der barê dersxaneyan de difikirin, ji bo hêwanên xwendinê û navendên etûtê nafikirin. Ji bo ku biguherin û bibin dibistanên taybet em ê piştgiriyê bidin."
Rojnamevanekî pirsa "Şîrketeke şêwirmendiyê mijara dersxaneyan ji civakê pirsî û nêzî ji sedî 70yî civakê diyar kir ku divê di demeke nêz de dersxane neyên girtin. Gelo heke car din encameke wiha derkeve, hûnê dev ji vê fikrê xwe berdin?" pirsî. Arinç jî di bersiva vê pirsê de got ku "Min got dê ev mijar ji her aliyê ve bê axaftin, piştre dê hikûmet biryareke siyasî bide. Filan lêpirsîn wiha ye, bêvan lêpirsîn wiha ye. Ew jî dane ne, em dikarin wan jî li ber çavan bigirin."