KONYA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: Ji bo me wateya 17yê kanûnê tenê Şebî Arûs û pevgihandin e; ev hertim wiha bû û dê wiha bimîne. Di wê roja bimbarek de hin kesan xwest ku bikevin nava milet û dewletê ku nehêlin milet û dewlet bigihîje hev du; lê têk çûn, hewldanên wan vala derketin. Ji niha û pê ve di kîjan rojê de dibe bila bibe, kî bi çi armancî bikeve nav hewldanên bi vî rengî dê têk biçe, têkbirina wan wezîfeya me ya herî pîroz e."
Serokwezîr Davutoglu beşdarî merasima bîranînê ya bi minasebeta 741emîn Salvegera Sala Wuslatê bû û li vir axivî.
Davutoglu got ku par digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, di vê tarîxê de bi rewşeke cuda re rûbirû mabûn.
-"Çiqas hewl bidin jî nikarin bi ser bikevin"
Davutoglu got ku hin kesan xwest ku dîroka Şebî Arûsê xirab bikin, di vê tarîxê de salvegera hin tiştên din pîroz bikin; lê belê Serokomar Erdogan di serdema Serokwezîriyê de digel miletê ew têk birin û nehişt ku bigihîjin armancên xwe.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu wiha dewam kir:
"Ji bo me wateya 17yê kanûnê tenê Şebî Arûs û pevgihandin e; ev hertim wiha bû û dê wiha bimîne. Di wê roja bimbarek de hin kesan xwest ku bikevin nava milet û dewletê ku nehêlin milet û dewlet bigihîje hev du; lê têk çûn, hewldanên wan vala derketin. Ji niha û pê ve di kîjan rojê de dibe bila bibe, kî bi çi armancî bikeve nav hewldanên bi vî rengî dê têk biçe, têkbirina wan wezîfeya me ya herî pîroz e. Di 12 salên dawîn de gelê me zêdetir li ser dîrok, çand, edet, sinc û hişmendiya hebûna xwe rawestiya ye. Ev jî bi saya serokên ku ji nav gel derketine pêk hat."