ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî destnîşan kir, ew dîmen û hemû îdiayên ku di nav civakê de dibêjin Yazicioglu hatiye kuştin di dosyaya jêpirsîna dozê de cih digre. Îfadeyên wan kesên ku ev îdiayana avêtin holê jî di dosyaya jêpirsîna li Serdozgeriya Komarê ya Malatyayê de hene.
Hin dîmenên ku tê îdiakirin piştî ketina helîkoptera Muhsîn Yazicioglu hatine kişandin di rojevê de cih girtin. Di van dîmenan de tê nîşandan ku piştî helîkopter dikeve Muhsîn Yazicioglu du riket nimêj dike û paşê bi destê bireke pispor ve tê kuştin. Ev îdiayên kuştinê ji aliyê rojnamevanan ve ji Destîcî hatin pirsîn.
Destîcî jî bal kişand ser rapora ku Lijneya Venêrîna Dewletê (DDK) weşandiye û wiha dewam kir: "DDKyê li Tirkiyeyê raporekeke ku gelek tişt serobin kir weşand. Dibe ku ev yek bi destê rêxistineke sûc ve hatibe kirin. Yanî li ser sabotajê gelek îhtimal hene. Piştî rapora ku DDKê weşandibû ji bo bûyer bê zelalkirin me jî serî li Serdozgeriya Kahramanmaraşê da. Serlêdana me hat qebûlkirin. Niha Serdozgeriya Komarê ya Malatyayê jêpirsinên xwe yên der barê îdiayan de didomîne. Ew îdiayên ku niha di nav civakê de cih digrin hemû di dosyaya me de hene.
Destîcî der barê dîmenan de destnîşan kir ku dibêjin ew dîmen fotomontaj in û wiha dewam kir: "Tê îdiakirin ku ew dîmen fotomontaj in lê ez baş nizanim, em ê binêrin û li ser lêkolînê bikin. Jixwe dibêjin ku li ser dîmenê dinivîse ev fotomontaj e, lê ez nizanim rast e yan na. Lê belê ez dixwazim vê bibêjim, ew kesê ku dibêje min ew dîmen temaşe kiriye berê endamê lijneya rêvebirî û navenda biryardayinê ya partiya me bû. Ew hevalê me serokbajêrê Erzeromê yê partiya me bû. Dema ku wî ji me re qala van tiştan kir me ew bir bal parêzeran û wan hevdîtin kir. Bi navberiya parêzeran me ew hevalê xwe bir cem dozgerên xwedî rayeyên taybet ên Komarê yên Malatyayê û wî jî li wê derê îfadeya xwe da. Serdozgeriya Komarê ya Malatyayê ji bo îfadedayînê gazî wî kesê ku ew dîmen bi wî hevalê me dabûn temeşekirin jî kir. Îfadeyên wî jî hildan û di dosyayê de bi cih kirin. Yanî hetanî îro çi agahî ji me re hatibin me ew bi dozgeran re parve kirin.