Fatih Gazioğlu
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Wezareta Edaletê ji bo teşkîlatên navendî wê bi ezmûnê 29 mihendisên bipeyman hilde.
Li gor îlana ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, namzedên mihendisiyê wê li gorî puanê KPSS ya Koma Ayê wê serî li pozîsyonan bidin.
Wezaret Edalatê wê di vê çarçovoyê da 1 ji bo xerîteyê, 8 ji bo înşeatê, 5 ji bo elektrîk-elektronîkê, 3 ji bo elektrîkê, 2 ji bo elektronîkê, 1 ji bo jeolojiyê û 1 jî ji bo hawirdorê bi tevahî wê 29 mihendisan hilde.
Namzedên mihendisiyê yên ku dixwazin serî lê bidin divê ji KPSSP3 2018yê 70 puanên wan hebin.
- Serîlêdan wê 23ê îlonê dest pê bikin
Serîlêdanên ezmûnê wê 23yê îlonê dest pê bike û wê 7ê cotmehê jî biqede.
Kesên ku wê beşdarî ezmûna devkî bin wê ji ser malperê "www.adalet.gov.tr"ê werin îlan kirin.