VAN
Ji hêla Wezareta Ciwanî û Werzişê ve projeyeke bi navê "Kampa Xwezayê û Civaniyê" hat li dar xistin û 70 civanên ji çar aliyê welêt beşdarî gerê bûn. Civananan hefteyekî li qeraxa Vanê betlane kir.
Li çarçoveya vê projeyê ve 70 keçikên xwendekar yên ku temenê wan di navbera 17-22an de li navçeya Gewaşê beşdarî kampa xwezayê bûn.
Civan beşdarî çalakiyên cuda bûn, him spor kirin û him jî cihên turîstîk yên wek Girava Akdamarê, Şelaleya Muradiyeyê, Kela Vanê geriyan û bi dilê xwe dema xwe derbas kirin.
Berpirsyara projeyê Ayşe Karanlik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwendekaran xêynî çalakiyên kampê, herêmê û çanda herêmê jî nas kirine û wiha axivî:
"Li kampê me lîstîkên sanal bigre heta yên ku ji hêla nifşên nû ve hatine jibîrkirin leyîst, me govend girt û çalakiyên din li dar xist. Me alikariya hin malbatên Gewaşê kir. Civanan ji zeviyan fasulî berhev kir û kelecanê hîs kir. Armanca kampa me ev e ku em dixwazin hezkirinê, dostaniyê, aşitiyê û biratiyê derxin holê."
Pêvajoya çareseriyê pêşdarizandinan ji holê rakir
Tuba Yilmaza ku beşdarî kampê bû wiha got: "Min nedixwest ku ez werim Vanê. Lewra li Vanê erdhej û bûyerên nebaş çêbibûn. Lê dema ku ez hatim û Gola Vanê, Şelaleya Muradiyeyê, Kela Vanê dît min hemû aciziyê xwe jibîr kir."
Xwendekaran heftekî hevaltî û dostaniyên nû ji xwe re avakirin û şeva dawîn şahiyek çêkirin. Malbatên Vanî jî vexwendine şevê û bi hev re govend girtin û şahî kirin.