26 Tebax 2020•Rojanekirin: 26 Tebax 2020
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand 2 endamên rêxistina terorê li Şirnexê bi qanîkirinê teslîm bûn ku jê yek bi bultena sor ji hêla Interpolê va lê digeriyan.
Li gor daxuyaniya Wezaretê xebatên qanîkirinê dewam dikin û hejmara terorîstên bi rêya qanîkirinê teslîm dibin jî her ku diçe zêde dibe.
Di çarçoveya van xebatan da li Şirnexê 2 terorîst ji ber qanîkirina tîmên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Midûriya Giştî ya Ewlehiyê teslîm bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji van terorîstan yek li Iraqê çalakî dikir û ji hêla Interpolê va bi bultena sor lê digeriyan.
Bi van terorîstan va hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê ji 1ê Çileya Paşîn vir va teslîm bûn gihîşt 139an.