ANKARA
Serokê Komîsyona Dadê ya TBMMyê Ahmet Îyîmaya wiha got: "Wezîfeya Erdogan a Serokwezîrtiyê û endamtiya wî ya parlamentoyê, heta sondxwarinê dê dewam bike."
Serokê Komîsyona Destûra Bingehîn Bûrhan Kûzû jî wiha axivî: "Li gor madeya 101emîn Erdogan dê di 28ê tebaxê de mazbataya xwe bistîne û piştî vê jî dê bê meclîsê û sond bixwe. Erdogan çi çaxê dest bi wezîfeya xwe kir, dê îstifa bike. Ev hukum dê wê demê pêk were, niha tu wateyekê vê tuneye."