Tarhanê bi Dîlek Akagun Yilmaz, Suheyl Batûm, Bîrgul Ayman Guler, Nûr Serter û Îsa Gokê parlementerên partiya xwe re li TBMMyê civîna çapemeniyê li dar xist. Tarhanê di civînê de encamên hilbijartina serokomariyê nirxandin.
Tarhanê got ku encam felaketek e û muxalefet têk çû û îdia kir ku nîşandana namzedê hevpar bû sedem ku girse bixeyidin û bikevin nav bêhêvîtiyê û ev yek jî sedema van encaman e. Tarhanê got ku heke mirov encamên hilbijartinê wekî serkeftinekê bibîne ev tê wê wateyê ku qerfê xwe bi bingeha CHPyê dikin. Tarhanê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em li bendê bûn ku namzedekî ku Tirkiyeyê nas dike û pirsgirêk û gendeliyên Erdogan dizane, namzedekî ku hesabê wî bi komarê re bibîne û rûyê wî bide, bûn. Lê bereksê vê yekê namzedekî da zanîn ku îcraetên Erdogan diecibîne derxistin û ev yek jî tiştekî gelek xelet bû. Aliyê çep bi temamî vala hiştin. Di siyasetê de valahî çênabe."
Tarhanê destnîşan kir ya ku divê bê kirin ew e ku demildest muxalefeteke civakî ya ku her kesê di xwe de dihewîne, girseyî, bi rêbaz pêş bixin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Her dem ji bernameya CHPyê tawîz tên dayîn û êdî hatin dawiya vê nêrîna muxalefetê. Ev yek teqez e; CHP hewl da ku bibe wek hinekên din, lê bi ser neket. An dê xwexapandina xwe berdewam bike an jî dê ji xwe re rêyeke nû hilbijêre. Divê Birêz Serokê Giştî û tîma wî dev ji sûcdarkirina hilbijêran a ku di demokrasiyê de cî nagire berdin û herin komcivînê û dev ji meqamê xwe berdin. Divê fezîleta devjêberdana miqam bidin nîşan û biçin kûrûltayê. Divê vê çerxa bêhêvîtî û têkçûnê êdî bişkênin."