27 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2016
PARÎS
Hat ragihandin ku Wezîra Dadê yê Fransayê Christiane Taubira îstîfa kir.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Qesra Elyseeyê, Serokomarê Fransayê François Hollande îstîfaya Wezîra Dadê yê Fransayê Taubira qebûl kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, di rojekê wiha da ku wê nîqaşa çaksaziya makezagonê di parlementoya neteweyî da dest pê bike, Hollande û Taubira di mijara pêdiviya îstîfakirina Taubira da, bûne hemfikir.
Di cihê Taubira da erka Wezîrê Dadê bi Jean-Jacques Urvoas hat sipartin.
Taubira piştî ragihandina îstîfayê di ser hesabê xwe yî Twitterê da peyamek weke "Berxwedan hinek caran mayîn, hinek caran jî çûyîn e" belav kir.
Di çarçoveya guherînkariya makezagonê da, tê çaverêkirin ku hikûmeta Fransayê pêşniyaza "dirêjkirina rewşa awarte heta 3 mehan" û "ji welatîbûnê avêtina kesên ku ji sûcê terorê hatine mehkûmkirin", pêşkêşî Parlementoya Neteweyî bike.
Tê zanîn ku Taubira dijî wê yekê bû, kesên ji sûcê "têkildariya terorê" mehkûm bûne, ji welatîbûnê bên avêtin.