VAN
Li Vanê pîrozkirina 29ê Cotmehê Cejna Cumhûriyetê bi beşdarbûna Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci dest pê kir.
Bi mebesta pîrozkirina 29ê Cotmehê Cejna Cumhûriyetê, li ber walîtiyê merasim hat lidarxistin.
Merasima ku Wezîrê Perwerdeyê Nabî Avci jî beşdarbûyê de çelenk hatin danîn. Çelenga wezîrtiyê Avci, ya saziyên din jî Walî Aydin Nezîh û Qorgeneral Abdullah Barutçu danîn.
Bername bi sekna rêzgirtinê û xwandina Marşa Îstîklalê qediya.
Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Midûrê Ewlehiyê Umît Yurdakul, Midûrê Perwerdeya Netewî Mucîp Kina, endamên Lijneya nav Zanîngehan, midûrên saziyan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xwendekar beşdarê merasimê bûn.