AGRI
Li navçeya Diyadîn a Agiriyê du malbatên ku 6 sal berê di navbera wan de dewa xwînê dest pê kiribû bi xwarina aştiyê li hev hatin û ev doza di navbera wan de jî bi dawî bû.
Malbatên Bûdak û Taşçiyên ku li gundê Dawûd a li ser navçeya Diyadînê ye dijîn bi hevkariya Komeleya Piştevanî û Çandê ya Agiriyê ve li hev hatin.
Li gund kon hat vegirtin û her du malbat hatin bal hev. Di civînê de Qû'ran a Pîroz hat xwendin û paşê rûsipîyên her du malbatan Alaattîn Taşçi û Abdûlkadîr Bûdak bi destê hev girtin, hev hembêz kirin û li hev hatin.
Serokê Komeleyê Mehmet Îzcî diyar kir ku ev doz bi saya hewl û xebatên rûsipîyan qediya.
Îzcî wiha dewam kir: "Ev aştiya ku pêk hat gelekî pîroz e. Ji bo gelê ku li vê erdnigariyê dijî aştî her gav lazim e. Em xwedî li aştiyê derkevin û di nav xwe de, di nav birayên xwe de û di nav civakê de bi vê aştiyê bibin mînak."
- Buyer
Di sala 2008an de di navbera şivanên malbatên Bûdak û Taşçi de pevçûn derketibû û 2 kes birîndar bûbûn. Çar roj piştî vê her du malbat dîsa pevçûn û di vê bûyerê de Cengîz Bûdak hat kuştin. Li ser vê 17 malbatan ji gund bar kiribûn û hatibûn li navenda Agiriyê bi cih bûbûn.