Malbatên ku li pêşiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê bi îdiaya rêxistinê zarokên wan revand ve çalakiya rûniştinê dikin, îro dema hatin pêşiya şaredariyê dîtin ku li qadê xebatên paqijkirinê tên kirin. Ji ber vê malbatan xwestin 50 mêtre dûrî cihê ku paqijkirin tê kirin çalakiya xwe bidomînin, lê ji bo vir jî destûr nehat dayîn. Malbat jî derbasî li ser refûjiya hemberî şaredariyê bûn û li vir dest bi çalakiya xwe kirin.
Hat ragihandin ji ber cih di navbera malbat û xebatkarên şaredariyê de rageşiyeke kurt qewimî.
Ekîbên zabiteyan pirsên peyamneran ên der barê mijarê de bêbersiv hîştin.