24 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
ANKARA
Ji ber bûyerên terorê yên ku di van rojên dawiyê da zêde bûn di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da "Xeta Îxbarkirina Terorê ya Alo 140ê" hat vekirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, bi guherîna Saziya Ragihandin û Teknolojiya Agahiyan di Rêziknameya Der Heqê Xizmetên Bangkirina Acîl a Sektora Ragihandina Elektronîk da kir va "Xeta Îxbarkirina Terorê ya Alo 140ê" jî tevî nimareyên xizmeta bangkirina acîl kirin.
Li gor "Rêziknameya di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê da ji bo girtina berpirsiyar û kiryaran dayîna xelatê" ew ê pereyan bidin kesên ku tevkariya wan di girtin û eşkerekirina nasnameya kesên faîl da hebin.
Li gor vê şert nîne kesên ku xelatê bigre welatiyê Tirkiyeyê be, lê belê ji bo xelatê divê kesê ku îxbarê dike bixwaze. Pereyê ku wek xelat bê dayîn ew ê li gor kesên ku hatine îxbarkirin, berfirehiya agahiyê, şertên din bi destê komisyonekê de bê eşkerekirin. Lê belê ev pereyê tu carî ji 200 hezarî zêdetir nebe.
Heke kesê ku hat îxbarkirin berpirsiyarekî payebilind ê rêxistinekê be û sûc jî sûcekî mezin be û bi agahiyên ku hatin dayîn va bê eşkerekirin, bi pêşniyaza komisyonê û tesdîqa Wezîrê Karên Navxweyî va xelatê qasî 20 katî bê zêdekirin. Li gor rêziknameyê tu carê navê kesê ku xelat girt neyê eşkerekirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo îxbar bi hêsanî bên kirin "Xeta Îxbarkirina Terorê ya Alo 140ê" hat vekirin.