Ali Cevahir Aktürk
07 Adar 2025•Rojanekirin: 08 Adar 2025
Xirqeyê Şerîf ê ku Hezretî Mihemed ji Weyselê Qeranî ra diyarî hiştiye, li Daîreya Xirqeyê Şerîf a di nav Mizgefta Xirqeyê Şerîf da ji ziyaretê ra vebû.
Bi sedema ku Xirqeyê Şerîf di yekemîn roja îne ya remezanê da ji ziyaretê ra vebû li hewşa mizgeftê merasim hat lidarxistin.
Waliyê Stenbolê Davut Gul, Qaymeqamê Fatihê Cafer Sarili, Şaredarê Fatihê Ergun Turan, Neviyê nifşa 59emîn ê Weyselê Qeranî Bariş Samir û malbata wî digel endamên protokolê di merasimê da amade bûn.
Merasimê bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir û Miftiyê Parêzgeha Stenbolê Prof. Dr. Safi Arpaguş jî dua kir.
Di merasimê da li ser navê Rêveberiya Giştî ya Ewqafan plaket dan Ergun Kiliçê ku 30 sal e di parastina Xirqeyê Şerîf fa cih digire û malnîşin bû.
Welatiyan ji bo dîtina Xirqeyê Şerîf li hewşa mizgeftê rêzên dirêj çêkirin.
- Seranserê Remezanê ewê ji ziyaretê ra verkirî be
Xirqeyê Şerîf seranserê meha remezanê, nava hefteyê di navbera saet 10.00-17.00an da, dawiya hefteyê jî di navbera 09.00-17.30yî da dê ji ziyaretê ra vekirî be.
Emanetê pîroz ewê 26ê adarê roja şembiyê, Şeva Qedrê piştî nimêja terawîhê heta saet 03.00yan ji ziyaretê ra vekirî be.
Ziyaret ewê 29ê adarê roja şemiyê, erefeya Cejna Remezanê piştî nimêja esrê, bi duayan, bên bidawîkirin.