İrem Demir,Zeynep Rakipoğlu,Gökçe Karaköse,Mikail Bıyıklı
07 Adar 2025•Rojanekirin: 08 Adar 2025
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em armanca xwe ya endamtiyê ya ji bo YEyê mihafeze dikin. Divê YE jî êdî helwesteke stratejîk û vizyoner nîşan bide û mizakereyên endamtiyê zindî bike."
Erdogan li Qesra Wehdeddîn beşdarî Civîna Onlîne ya Serokên Dewletên Fikirdaş ya Yekîtiya Ewropayê (YE) bû.
Serokomar Erdogan der barê sekinandina şerê Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Ji bo aştiyeke adil, mayînde û bi rûmet, em balê dikişînin ser bingeheke zexim ya diplomatîk ku herdu terefên şer li ser maseyê bin. Em dixwazin ku zûtir agirbest çêbe û di navbera terefan da ji bo gavên pêbawer bên avêtin êrîşên ji asîman û behrê da bên rawestandin."
Erdogan destnîşan kir gorî baweriya wan, heger hemû gavên ji bo ewlehiya Ewopayê bên avêtin bi Tirkiyeyê ra bên plankirin, wê ev menfeeta wan ya muşterek be û wiha peyivî, "Em di warê peydakirina amûrên parastinê û îmarê yên bernameyên Yekîtiya Ewropayê da li derva tên hiştin ku ev nayê îzahkirin û fehmkirin."
Serokomar Erdogan diyar kir gelek girîng e ku tevlî mekanîzmayên weke wasiteya aştiyê ya Ewropayê bibin ku armanca wan avakirin û xurtkirina Ukraynayê ne.
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê û wiha got, "Em armanca xwe ya endamtiyê ya ji bo YEyê mihafeze dikin. Divê YE jî êdî helwesteke stratejîk û vizyoner nîşan bide û mizakereyên endamtiyê zindî bike."