Xizmên Davûtoglû yên li Konyayê bi vê xeberê şad bûn.
Kêliyên ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, namzedê Serokê Giştî yê AK Partiyê eşkere dikir tîmên AAyê li mala lawê meta Davûtoglû mêvan bûn. Lawê meta Davûtoglû Ridvan Yuceaktaş kêfxweşiya xwe anî ziman.
Yuceaktaş hestên xwe bi nûçegihanê AAyê re parve kir û wiha got: "Dema ku Davûtoglû ji dayik bû, mizgînî min ji bavê wî re bir. Bavê wî jî pere dabû min. Hêj ew pere bi min re ye."
Yuceaktaş got ku dema ku diya Davûtoglû çû ber rehma Xwedê, Davûtoglû hêj biçûk bû.
Yuceaktaş wiha dewam kir: "Ez bextewar im. Davûtoglû him ji bo Konya him jî ji bo Tirkiyeyê mirovek bi rûmet e. Qet naçe mala xwe, qet zarokên xwe nabîne. Bi şev û bi roj ji bo gelê xwe dixebite. Xwedê rêya wî vebike, Xwedê alîkarê wî be. Bawer im ku dê vê wezîfeya xwe jî baş bike û bi ser bikeve."
Yuceaktaş got piştî ku diya Davûtoglû rehmet kir, pîra wî ew xwedî kir û wiha axivî: "Ez û Ahmed bi hev du re mezin bûn. Ez ji wî mezintir im. Em diçûn mala wan û ew jî dihatin mala me. Dema ku diya Ahmet rehmet kir ew hêj biçûk bû. Pîra wî ew mezin kir. Pîra wî tim ji bo wî dia dikir."
Yuceaktaş destnîşan kir ku ji Davûtoglû re digotin, serokwezîrê pêşerojê û wiha berdewam kir: "Gelê Konyayê ji Davûtoglû zehf hez dike. Di hilbijaritnan de gel piştgiriyê didê."