MUŞ
Malbata îhsan Keşlî ji ber ku aboriya wan nebaş e ji gundê Sûtlûyê ya girêdayî Sêrtê koçî Milazgira Muşê kiriye. Keşlî jî ji bo mesrefên xwe yên zanîngehê betlaneya havînê şivantiyê dike. Keşlî ji rojnamevanan re got ku ew di Zanîngeha Gaziyê di beşa Bîyolojiyê de xwendekarê pola sêyemîn e û wiha axivî:
"Malbata me ji 16 kesan pêk tê. Ez û bavê xwe debarê şivatiyê dikin. Karekî me yê din jî tuneye. Ez jî dixwazim wek hevalên xwe betlaneya xwe li ber qeraxa behrê û plajan derbas bikim. Ez bi vî 700 lîreyî him li zanîngehê dixwînim û him jî alîkariya xwîşk û birayên xwe dikim."
Keşlî diyar kir ku şivantî karekî zor e û divê mirov şev û roj li çiyayan du heywanan bigere. Keşlî bendê ye ku xêrxwazek bursê û piştgiriyê bide wî û wiha got:
"Dema ku ez hevalên xwe re dibêjim ez şivantiyê dikim metel dimînin. Ev yek min aciz dike, lê ji bo ku ez zanîngehê biqedînim ez mecbur im vî karî bikim."