MÛŞ
206 namzedên hecî yên Mûşî û Bîtlîsî, duh ji Balafirgeha Mûşê ber bi axa bimbarek ve hatin rêkirin.
Li balafirgeha Mûşê, ji bo 206 namzedên hecê merasima verêkirinê hat lidarxistin. Di merasimê de Miftiyê bajêr Recep Ûzûn da zanîn ku sezona hecê îsal li Mûşê dest pê kir û got: "Sezona Hecê ya 2013yan bi verêkirina qefleya yekemîn dest pê kir. Namzedên hecê yên bajarên din jî dê di demên cuda da biçin axa pîroz."
Ûzûn diyar kir ku ji bo parvekirina kelecana namzedên heciyan ew hatine gel hev û wiha axivî: "Dê namzedên hecê, li ser axa bimbarek ji birayên me yên misliman ên li Sûriye, Misir û welatên din dijîn dê dia bikin. Hêviya me ev e ku Xweda Teala diayê wan qebûl bike û me ji vê diltengî û astengiyê bifilitîne. Her wiha em dixwazin ku ji bo pêvajoya çareseriyê jî erênî be dia bê kirin."
Ji namzedan Mûrat Arslan wiha got: "Cihê ku em ê biçinê cihê ku pêxemberê me lê geriyaye û wehî jê re hatiye. Çûna me ya li wan herêman me dilşad û bextewar dike. Lewra em dê wan cihên ku pêxemberê me tê de geriyaye û jiyaye bibînin."
Piştî axivînê di nav dia û girînê de, namzedên hecî, ji alî heval û hogirên xwe ve hatin verêkirin.