Esin Işık
05 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Sibat 2024
Tirkiye par di meha sibatê da bi erdhejên mezinahî 7,7 û 7,6 ên navend Meraş ên ku tesîr li 11 parêzgehan kirin û wekî "bobelata sedsalê" hatin tewsîfkirin, hejiya. Ji ber erdheja ku rasterast tesîr li 14 milyon însanî kir, Tirkiyeyê elerima asta 4em da ku alîkariya navneteweyî jî dihewîne û li welêt jî ji bo 7 rojan şîna neteweyî hat ragihandin.
Li Tirkiyeyê di 6ê Sibatê da li Bazarcixa navçeya Meraşê di saet 04.17an da bi mezinahiya 7,7an, li navçeya Elbistanê jî di saet 13.24an da bi mezinahiya 7,6an erdhej çêbûn.
Di bobelata sedsalê da ya tevî Meraşê tesîr li ser Hatay, Osmaniye, Adiyeman, Diyarbekir, Şanliurfa, Gazîentab, Kilîs, Edene, Meletî û Elezîzê jî çêbû, 53 hezar û 537 kes mirin, 107 hezar û 213 kes jî birîndar bûn.
Piştî erdheja ku Tirkiyeyê elerima asta 4em da ku alîkariya navneteweyî jî dihewîne, ji 93 welatan ekîbên lêgerîn û xilaskirinê li herêmê beşdariya xebatan kirin.
Erdhejên ku li 120 hezar kîlometrekareyî rasterast tesîr li 14 milyon însanî kir, li 11 parêzgeh, 124 navçe û her wiha 6 hezar û 929 gund û taxan bûn sedema wêranbûneke mezin.
Ji bo giştiyê welêt ji bo 7 rojan şîna neteweyî hat ragihandin, li herêma erdhejê jî biryara Rewşa Awarte hat dayîn.
Piştî erdhejê ji bo pêçana birînan, dewlet û gel dest dan destê hev, ji alîkariyên bilez bigire heya avakirina xaniyên mayînde, gelek xebat dan destpêkirin. Bi hezaran xaniyên çêkirina wan bi dawî bû, teslîmî afatzedeyan kirin. Her wiha çêkirina bi hezaran xaniyên ji bo afatzedeyan hê jî berdewam in.