AGRI
Li Agiriyê listîka şivanê 12 salî û beran dîmenên balkêş û rengîn derxistin holê.
Bariş Demir (12) li ser rêya E-80ê dema keriyê xwe diçerand beranê serkêşê kerî bi hêrs kir û paşê jî reviya. Bariş Demir bi vî awayî ligel beranê xwe heta demeke dirêj leyîst.
Bariş Demîrê ku diçe pola 5emîn daxuyand ku ew ji ber bîhntengiyê digel beranê xwe dileyizê, roj û wextê wî wisa dibore.