ŞANLIÛRFA
Li Wêranşehira navçeya Rihayê bi qasî 25 malbatên ku li taxa Kaleyê ne ji xwe re di şikeftan de dijîn. Şikeft jî li taxa Kaleyê ne û 30 kîlometre ji navçeyê dûr in.
Malbatên vê derê ji xwe re wek war dibînin, ceyran jî kişandine şikeftan sarinc û amûrên din ên ku bi ceyranê dişixulin jî bi kar tînin.
Li Wêranşehirê havîn pir germ û zivistan jî sar derbas dibin lê şikeft havînê hênik û zivistanê jî germ in. Malbatên ku bi vê taybetiyê zanin şikeftên ku mîrateya bav û kalên wan in ji xwe re kirin e mal.
Reşît Vural, diya wî, bavê wî du zarokên wî û tevlî xanima wî jî ji van şikeftan di yekê de rûdinên.
Vural daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 60 sal berê kalê wî di vê şikeftê de bi cih bûye û wiha dewam kir: "Kalê min 60 sal berê di vê şikeftê de bi cih bûye û wek mal bi kar aniye. Kalê min bi heywandariyê re mijûl bû. Xwedê ez di vê şikeftê de dam û ez li vê derê mezin bûm. Min deweta xwe jî di şikeftê de kir û hê jî li vê derê me. Em li vê derê dikarin hemû amûrên bi elektronîk jî bişixulînin."
Ji şêniyên şikeftê Huseyîn Kara jî destnîşan kir ku ew êdî hînî van şikeftan bûne û nikarin li cihekî din rûnên.