MUŞ
Zebeşên ku li Mûşê tên çandin, derketin bazarê.
Zebeş li derveyî bajêr li kêleka re tên firotin û bi piranî jî dişînin bajarên derdoran.
Welatiyê bi navê Mehmet Çakir got ku ew zebeşên xwe li hemberî otogarê di bereqeyekê de difiroşe. Çakir got ku wan li gor par bêhtir zebeş çandine û hê bihayê zebeş gelekî neketî yên xwe firotine.
Çakir wiha axivî: "Dema zebeş nû derketibû bi lireyek û 10 qûrişan dihat firotin lê niha erzan bûye. Cotkarê ku zebeşê xwe zû ji destê xwe derxîne dê kar bike. Zebeş çendî dereng bê firotin ji bo cotkar zirar e."