ÎSTANBÛL
Firokeya ku ji êzdiyên ku ji êrîşên DÎŞIyê reviyan û xwe sipartin çiyayê Şengalê ket û Viyan Daxila tekane parlementera êzdî ya Parlementoya Iraqê jî di wê qezayê de birîndar bû. Daxîla ku li Tirkiyeyê tê dermankirin got ku "gelê min naxwaze vegere Şengalê, Tirkiye jî di nav de dixwazin ku xwe bispêrin welatên din."
Daxilê serpêhatiyên êzdiyên ku hinek ji wan rastî êrîşên DÎŞIyê hatin û hinek ji wan jî ji ber tirsa êrîşan gundê xwe terikandin ji nûçegihanê AAyê re qise kir.
Daxilê da zanîn êzdî ditirsin ku cardin vegerin Şengalê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Kesên li derûdora wan îxanet li wan kir. Êdî ew qas ji wan bawer nakin ku vegerin wir. Du alternatîfên êzdiyan hene; an dê li cihên ewledar ên ku Neteweyên Yekbûyî an jî NATOyê nîşan da, bi cî bibin an jî dê ji deriyên sînor re koçî welatên din bikin."
Li gor Daxila ku bi axaftina xwe ya hestewar a li parlementoyê bala hemû cîhanê kişand li ser zilma DÎŞIyê ya li ser kurdên êzdî, piraniya gelê wê dixwaze ku Tirkiye jî di nav de koçî welatên din bike.
Daxilê got ku em dê li hember tiştên ku hatin serê me şer bikin û diyar kir ku heke piştgiriya çekan bê dayîn dê ciwanên êzdî li dijî DÎŞIyê şer bikin.
"Nîvê êzdiyan ji cihên xwe bûn"
Seîd Xûder Daxilê bavê Viyan Daxil ê ku berê li Herêma Kurdistanê wezîrtî jî kiriye jî got ku ji 600 hezar êzdiyên ku li Iraqê dijîn, nîvê wan ji malên xwe hatin kirin. Xûder Daxil got ku digel van bi qasî hezarî jin û zarok jî bûn hêsîrên milîtanên DÎŞIyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tiştên ku hatin serê me hatin serê şiî, şebek û xaçparêzan jî lê DÎŞI li hember êzdiyan bê rehmtir e."
Seîd Xûder Daxil got ku "DÎŞI li herêmên din ên ku bi dest dixe komên din ji wir diqewirîne lê rasterast me dikuje, jin û zarokên me dike koleyên xwe. Ji ber dînê me ji me nefret dikin."
Seîd Xûder Daxil diyar kir ku kalikên wan hekariyî ne û berê niha bi komên ku li Şengalê dijîn re tu pirsgirêkên wan tunebûn. Daxil got ku "dê piraniya êzdiyan nexwezin ku paş de vegerin û dê koçî welatên din bikin, Tirkiye jî cihekî ji xetereyê dûr e û mirov dikare vir bijî."