Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji HDPyê hat dayîn, di civîna ijneyê ya bi Ocalan re de rewşa dawîn a pêvajoyê û geşedanên rojane hatin nirxandin.
Di daxuyaniyê de li ser bûyerên li Lîcê sekinîn û dan zanïn ku Ocalan ji ber kesên ku mirin sersaxî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Ocalan gotiye ku "Li hember nîşane û nirxên tu welatê tu helwesteke me ya ku mirov rencide dike çênebûye û nabe jî. Divê demildest saziyên her du aliyan jî li ser provokasyona ku armanca wê ew e ku gelê Tirkiyeyê bike dijberê me ye, lêkolînan bike û encaman ragihînin hemû gelê me. Divê her kes bizane ku hedefa van provokasyonan çareseriyên neteweyî yên demokratîk ên ku armanca wê dahatuya hevpar a gelan e, ye. Me bedêlên mezin ji bo bêpevçûniyê û hêviya çareseriya demokratîk da. Ez bi girîngiyeke mezin banga xwe ya ji bo parastina vê rewşê dubare dikim ku divê her kes heta aştiya mayînde pêk bê divê vê rewşê biparêze."
Di daxuyaniyê de dan zanïn ku Ocalan gotiye ku "Hêviya min a ji bo tetbîqkirina merhaleya nû bi heman bibiryariyê berdewam dike. Min di hevdîtina me ya borî de bangê her du aliyan jî kiribû ku ji geşedanên ku zorê didin pêvajoyê û rewşên ku ji bo provokasyonan bingehek amade dikin, dûr bisekinin. Ez vê banga xwe dubare dikim û li bendê me ku her du alî jî bi awayekî mutleq li hember rewşa bêpevçûniyê rêz bigirin." uû hat ragihandin ku tiştên ku van demên dawîn diqewimin pêvajoyê dixin xetereyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ocalan nirxandinên wiha kirine: "Ji bo ku em ji van pirsgirêkên xilas bibin, divê em hemû bi hev re bi bibiryariyeke mezin û vîneke saxlem a aştiyê nîşan bidin. Min gotibû ku merhaleya ku em gihanê hêviyan dide mirov. Ez dibîninm ku ji îro pê de ev hêvî dibin xebatên berbiçav ên ji bo çareseriyê. Ez wisa bawer dikim ku em dê bi ser bikevin. Ji bo ku em di vê yekê de bi ser bikevin divê ev hevdîtinên me yên vir bi awayekî ji bo raya giştî vekirî, şefaf û qanûnî bên kirin. Heke bi vî awayê bê kirin dê her kes bibîne ku pêvajo ne ji bo spekulasyonan e, ji bo çareseriya demokratîk û demokratîkbûna hemû welêt e."