15 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Di nav de biyanî jî 5 gumanbarên ku di çarçoveya êrîşa terorê ya Ortakoyê de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Sûcên Rêkxistî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku ji aliyê Gokalp Kokçu ve dihat birêvebirin temam bû. Kar û barê ewlekarî û dadgehê yê derheqê Elî Cemîl Mûhemmed, Mohammed, Dîna Alaa Eîd Sayed Ahmed, Eyyup Korkusuz û Tene Traorena xanima Masharîpov de qediya.
Dozgeriya nobedar derbarê gumanbaran de ji ber sûcên wekî "ji bo ji holê rakirina pergala kamuyê hewldan" û "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" biryara girtinê da.
Herwiha hejmara kesên di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin gihîşt 40î.