Selahattin Erol
08 Hezîran 2021•Rojanekirin: 09 Hezîran 2021
MARDÎN (AA) - Terorîstên PKKyî 5 sal berê li Midyada navçeya Mêrdînê bi wesayîta bombebarkirî va êriş lidarxistin û ew bûyer nayê jibîrkirin.
Di 8ê Hezîrana 2016an da bi wesayîta bombebarkirî va êrîşî Midûriyeta Ewlehiya Midyatê ya li ser Kolana Nisêbînê ya girêdayî Taxa Bahçelîevlerêye hat kirin. Di êrîşê da 2 jê jin 3 polês bi tevahî 6 kesan can da û 50 kes jî birîndar bûn.
Ji ber wê teqînê kesên malê wan, yên dikan û wesayîtên wan jî tev nêzî 500 kes û 616 cî û war zirar dîtin. Şêniyên Midyadê ji ber zirar û ziyan û êrîşa terorî bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê dan û helwesta xwe didomînin.
- "Lenet li kesên kiribe be û em wan şermezar dikin"
Ji welatiyan Bedîî Ertekîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku teqîneke mezin çêbû û ew vê êrîşa di meha remezanê da hatibû kirin ji bîr nakin.
Ertekîn destnîşan kir ku digel 5 salên borî hê jî mayîndeyên teqînê hene û wiha domand: "Ew teqîneke pir hovane bû û ev yek heta em hebin wê li pêş çavê me be."
- "Em naxwazin careke din bûyereke wiha biqewime"
Ji şêniyên navçeyê Asli Bogayê diyar kir ku cihê teqîn lê qewimî him nêzî mala wê û him jî nêzî mala kalê wê bû û wiha pêda çû: "Derî û cam şikestin û em naxwazin careke din tiştek wisa biqewime."
- "Zirar û ziyana ji ber teqînê hê jî li pêş çavê me ye"
Nasir Çekerê ji xwe ra li navçeyê esnaf e û dikan û mala wî jî di teqînê da zirar dîtibû got ku li ser kolana teqîn çêbû ev 20 sale ku dikana wî heye û wiha axivî: "Rojeke pir xerab bû. Teqîn û zirara ji ber wê çêbû hê jî li pêş çavê min e. Mal, dikan û wesayîtên be hûr hûr bûn. Gelê Midyadê ev yek heq nedikir. Em naxwezin careke din bûyereke wiha biqewime. Ez hêvîdarim tiştek neyê serê kesî. Em hemû cureyên terorê şermezar dikin û lenet lê be."