Serokê Şaxa Ciwanan ê Berê yê Diyarbekirê yê AK Partiyê Yunus Koca êrîşa biçek ve hat kuştin.
Li gor agahiyan dermanfiroş Koca li ber kargeha xwe ya li Yenîşehîrê ji hêla kesên ku nasnameya wan hê nediyar rastî êrîşa biçek hat.
Koca di êrîşê de giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Koca di nexweşxaneyê de mir.
Polês ji bo ku êrîşkar bên dîtin xebatan dike û lêkolîn tê kirin ku ev bûyer êrîşa terorê ye an na.