Li Cîzreya navçeya Şirnexê di hundirê avahiya şaredariyê de gule berdan polêsên ku mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî yên kontrolê dikirin diparastin, dan û di êrîşê de yek jê polês 2 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan 2 polêsên ku wezifeya wan mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî yên di şaredariyê de kontrolê dikirin, parastin bû rastî êrîşê hatin. Di hûndirê avahiyê de ew kesê ku nasnameya wî hêj nehatiye eşkerekirin gule berdan polêsan û hêzên ewlehiyê jî demildest bersiv dan û di şerê ku derket de polês Cengiz D. û Reşat Gîçer ê ku di avahiyê de bû birîndar bûn.
Ekîbên 112 Servîsa Bilez birîndaran rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Cîzreyê.
Ji bo girtina êrîşkarê ku reviya xebat didomin.
Piştî bûyerê Qeymeqam Ahmet Adanûr hat cihê bûyerê agahî hilda û paşê bo serdana birîndaran çû nexweşxaneyê.