25 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
KARS
Di xeta boriyê ya xaza sîruştî ya Baku-Tîflîs-Erzirumê de ji ber êrîşa endamên rêxistina terorê PKKê teqîn pêk hat.
Waliyê Qersê Gunay Ozdemîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku endamên rêxistinê êrîşî xeta xaza sîruştî ya li nêzî Tabyaya Çataldere Dîkenliyê kirin. Ji ber êrîşê di xeta boriyê de teqîn çêbû.
Ozdemîr wiha got: "Em ne li nêzî bûyerê ne, lê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Wane hatine girtin. Em li bendêne ku agir vemire."
Piştî teqînê agirê ku bilind bû ji Qers û Erzurumê hat dîtin.