25 Tebax 2015•Rojanekirin: 30 Tebax 2015
ANKARA
Serokwezîr Davutoglu wiha got: "Ez dixwazim der heqê şîroveyên duh û pêr da biaxivim. Di çarçoveya exlaqê da diyar bikim ku ev şîrove him bextreşî ye û him jî li dijî Destûra Bingehîn in. Em li pey sepandinên Guneş Motel û yên wek wê nînin û em li vê derê hikûmeteke koalîsyonê jî çênakin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, piştî ku bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku Lijneya Wezîran a berwext ava bike, hat wezîfedarkirin, li Qesra Çankayayê civîna çapemeniyê çêkir.
Serokwezîr Davutoglu di xeberdana xwe da wiha got: "Ez cardin bangî serokên siyasî dikim: Werin, bêyî sûcdarkirinê bi berpirsiyarî, di çarçoveya destûra bingehîn da em ji bo avakirina hikûmetekê hewl bidin. Di warê têkoşîna li dijî terorê da em di dewreke krîtîk da ne. Ji ber vê jî divê em weke ku li vî welatî rewşeke krîza siyasî heye, tevnegerin."
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha berdewam kir: "Heke bersivê bidin banga min, ez amade me ku bi serokan ra bêm bal hev. Ez vî hesabî nakim ku serok û ezayên partiyan binpê bikim û bi parlementerên wan ra biaxivim. Jixwe Destûra Bingehîn sînorê vê bi vî awayî eşkere diyar dike. Lewra dema ku serok bên bal hev û vê çareser nekin, wê demê Lijneya Wezîran a Berwext tê avakirin. Nêta me ya by-baskirinê tuneye."
Serokwezîr Davutoglu bal kişand ser şîroveyên der barê avakirina hikûmetê da û wiha got: "Ez dixwazim der heqê şîroveyên duh û pêr da biaxivim. Di çarçoveya exlaqê da diyar bikim ku ev şîrove him bextreşî ye û him jî li dijî Destûra Bingehîn in. Em li pey sepandinên Guneş Motel û yên wek wê nînin û em li vê derê hikûmeteke koalîsyonê jî çênakin."
Serokwezîr Davutoglu der heqê tayînkirina Lijneya Wezîrên Berwext da wiha xeberda: "Em nikarin endamên serbixwe tayîn bikin. Destûra Bingehîn wisa bi hûrgilî eşkere kiriye ku... Dikarin wiha bibêjin 'Teklifî me nekin, endamên serbixwe tayîn bikin.' Nikarim tayîn bikim, kes nikare. Serokomarê me jî nikare vê tesdîq bike. Destûra Bingehîn eşkere dibêje ku 'Partî heke qebûl nekin, dikarin endamên serbixwe tayîn bikin.' Ku ez bêjim 'Serokên CHP û MHPyê wiha gotin, ez ê jî rêzê nîşanî wan bidim, ji ber vê yekê jî teklif li tu kesî nekim, yên serbixwe tayîn bikim', wê çaxê ez ê li dijî Destûra Bingehîn sûc bikim. Heke serî li meqamekê bixin wê çaxê meşrûiyeta hikûmetê yê bê nîqaşkirin."