ANKARA - ABDULLAH TEL
Koma êzdiyên ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin ji Serokomarê Tirkiyeyê xwestin ku bila êzdiyên di destê DÎŞIyê de ne bên xelaskirin û ji bo dîtina yên winda jî alîkarî bê dayîn.
Êzdiyên ku ji Çiyayê Şengalê ber êrîşên DÎŞIyê reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. Li ser navê hemû êzdiyên ku xwe spartine Tirkiyeyê ji Mîdyada navçeya Mêrdînê komeka ku ji 12 kesan pêk dihat û Serokatiya wê jî Şêx Cozel Hiseyîn El-Êzîdî dikir ji aliyê Serokomar ve hatin qebûlkirin.
Piştî hevdîtinê Serokê koma êzdiyên ji Mîdyadê hatin Şêx Cozel Hiseyîn El-Êzîdî der heqê hevdîtina bi Erdogan re û daxwazên êzdiyan de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Di dîroka Tirkiyeyê de ev cara ewil e ku êzdî bi awayekî fermî ji teref Serokomarê Tirkiyeyê ve tên qebûlkirin û hevdîtinê dikin.
Şêxê êzdiyan El-Êzdî jî di axaftina xwe de herî ewil bal kişand ser vê hevdîtinê û wiha got: "Erdogan dilê xwe û çavên xwe ji me re vekir û em qebûl kirin. Ji me re got hûn mêvanên min in, hûn mêvanê hemû Tirkiyeyê ne."
- Hevdîtina bi Erdogan re
El-Êzdî diyar kir di hevdîtina ku bi Erdogan re kirine de li ser rewşa êzdiyên ji ber êrîşên DÎŞIyê reviyane sekinîne û wiha pê de çû: "Me di hevdîtinê de qala bûyerên ku hatin serê me kir û hewcedariyên xwe pê re par vekir. Erdogan ji me re got hûn hemû mêvanên min in. Di destê DÎŞIyê de gelek dîlên êzdî hene. Em nizanin ew di çi halî de ne. Bi taybetî jî di vê mijarê de me ji Erdogan alîkarî xwest. Ji bo xelaskirina wan dîlan Erdogan ji me re got ku çi ji destên min bê ez ê bikim."
Xanima Şêx El-Êzîdî Heyat Elyas Adoyê jî qala mijarên ku di hevdîtinê de hatine kirin, kir û wiha got: "Min ji Erdogan re got ku em îstiqbaleke paqij dixwazin. Niha bi qasî 14-15 hezar êzdiyên ku jin, zarok, bûk, kal û pîr di nav de ne dîlên destê DÎŞIyê ne. 7 hezar însanên me winda ne, em nizanin çi hatiye serê wan di çi halî de ne. Ji bo xelaskirina dîlan û dîtina yên winda me ji Erdogan hêvî kir ku bila alîkariyê bide me."
- "Xwedê mal û milk dide lê namûs û şerefa me paşve nayê"
Şêx Cozel Hiseyîn El-Êzîdî yê ku li ser navê komê diaxivî destnîşan kir ku malê ku diçe Xwedê dibe ku bide lê namûs û şerefa însan paşve nayê û wiha dewam kir: "Ji ber êrîşên DÎŞIyê malê me çû warê me çû. Mal dibe ku Xwedê paşve bide lê wan dijminan namûs û şerefa me binpê kirin. Em jî qewmek in, çi ji me dixwazin. Em wê zilma ku wan li me kir tu carê ji bîr nakin. Em ji bîr bikin kurên me ji bîr nakin. Dinya bi dor e."
El-Êzdî ji kurdên li herêmê di serî de ji hemû welatiyên Tirkiyeyê re spas kir û wiha pê de çû: "Ji Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bigirin heta belengazê Tirkiyeyê, hemûyan derê xwe ji me re vekir. Em ji hemûyan re spas dikin. Hê jî me diezimînin. Em êdî naxwazin vegerin wî aliyî lewra şer û bobelata ku li wê derê heye hûn jî dibînin. Heke em vegerin ew ê qira me bînin û me tune bikin û ji rûyê erdê winda bikin."
Li gor agahiyên ku koma êzdiyên Midyadê dan li Diyarbekir, Sêrt, Nisêbin, Şirnax, Batma, Silopî, Mêrdîn, Isparta, Aksaray jî di nav de li seranserê welêt bi qasî 20 hezarî êzdiyî xwe spartine Tirkiyeyê.
Êzdiyên ku xwe spartine Tirkiyeyê dixwazin derbasî welatên Ewropayê, Kanada û DYAyê bibin. Di hevdîtina ku bi Serokomar re kirin de ji bo derbasbûna van welatan ji Tirkiyeyê jî alîkarî xwestin.