Êzdiyên ku ji kampa Diyarbekirê ya ku lê dimînin ji bo herin welatên ewropayê veqetiyabûn ji ber ku destûra derketina derveyî welêt nedan wan, venegeriyan kampê û bi şev li ereziyeke vala man. Alîkarê Walî Mîmar Sînan Batmaz çû bal êzdiyan û ji bo vegera kampê ew îqna kirin.
Êzdiyên ku li kampê dimînin bi hinceta ku şert û mercên kampa ku lê dimînin nebaş in, xwestin herin Bûlgaristanê. Cendirmeyan destûr neda 600 êzdiyên ku ji kampê veqetiyan li otobêsan siwar bin û êzdî jî ji ber vêyekê bi şev venegeriyan kampê û li ereziyek kîlometrek dûrî kampê man.
Alîkarê Walî Mîmar Sînan Batmaz digel nûnerên Îdareya Koç û ewlehiyê hat bal êzdiyan û ji bo vegera kampê ew îqna kirin.
- "Em dixwazin herin ewropayê"
Ji êzdiyan Tevra Naîf got: "Em êdî ji vê rewşê aciz bûn. Em nikarin di çadiran de bimînin. Em dixwazin rihet bijîn."
Qasim Mirada jî got ku ew ji kampê aciz bûn û wiha axivî: "Em ji bo herin Bulgaristanê ji kampê veqetiyan lê destûrê nedan me. Me dibin kampê dîsa. Em naxwazin vegerin kampê, em dixwazin herin ewropayê."