Êzdiyên iraqî, ji ber êrîşên DAEŞa rêxistina terorê dê îsal "Cejna Çarşema Sor" pîroz nekin.
Li gor baweriya êzdiyan, çarşema ewil a meha nîsanê (li gor salnemeya romî), rojeke pîroz e. Ji bo pîrozkirina vê roja pîroz, êzdiyên li welatên cuda dijîn tên Laleşa ku axa wê pîroz tê qebûlkirin a li navçeya Şêxan. Lê belê îsal çalakiyên pîrozbahiyê yên "Çarşema Sor" ya ku her sal birêkûpêk pîroz dikirin, taloq kirin.
Meclisa Rûsipiyên êzdiyan ragihand ku, êrîşên ser Şingala Navçeya Mûsilê dewam dikin, bi hezaran êzdî di destê wan de dîl in, rêvebiriya herêma Kurdistanê di nav şer de ye, ji ber vê yekê ew ê pîrozbahî îsal neyên kirin.
Ji yek alimên êzdiyan Peşeman Babe Şêxê ku her sal rêvebiriya amadehiyên ji bo pîrozbahiyên cejnê dikir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Cejna me ya herî mezin Çarşema Sor e. Ev cejin li gor salnameya Romî çarşema ewil a nîsanê tê pîrozkirin. Lê îsal mîr û oldarên êzdiyan biryar da ku cejin neyê pîrozkirin. Lewra li Çiyayê Şingalê bûyer û kerasetên dilsoj qewimîn, êrîşên ser herêma Kurdistanê dewam dikin."
Baba Şêx got me salên borî ev cejn bi coş û kelecan pîroz dikir û wiha dewam kir: "Hemû êzdî vê cejnê pîroz dikin, ji bo cejnê hin şahiyan li dar dixin. Êzdî li malên xwe hêkan dikelînin ku ev hêk afirandina dinyayê sembolîze dikin. Êzdî diçin malên hev du cejna hev pîroz dikin. Ji bo hemû xirabî ji holê rabin û başî li dinyayê belav bibe dia dikin. Em hêvî dikin ku bi wesîleya vê cejnê axa Kurdistanê azad bibe û birayên me yên êzdî ji destên DAEŞê bifilitin."
Berdevkê Çapemeniyê yê Mabeda Laleşê Lokman Suleyman jî got ku îsal şahî neyên lidarxistin. Tenê ew ê hêkan bikelînin, findan pêxin, herin ziyareta mezinên dîn û cejna hev du pîroz bikin.
Suleyman got ku wekî her sal dê ji derveyî welêt êzdî neyên Laleşê û wiha dewam kir: "DAEŞê zilmekî mezin li êzdiyan kir. Şerê li herêma Kurdistanê berdewam e. Ji ber vê yekê ew ê îsal şahî û pîrozbahî tunebin. Lê ew ê hin rîtuel bên bi cih anîn. Rûsipiyên dînî li meydana Laleşê ziyaretan qebûl bikin. Gelê me ew ê hêkên ku kelandibûn belav bike. Wê kulîlk qefş bi qefş bên komkirin. Herwiha ew ê gelê me ji bo herêma Kurdistanê ji destê DAEŞê rizgar bibe dia bike."
- Êzdîtî
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên dînî û dîrokî hilda li gor baweriya êzdîtiyê agir, av û roj pîroz in. Li gor baweriyê mirov pişt re nikare bibe êzdî. Dema ku êzdiyekî ji êzdîtiyê derkeve derbasî baweriyeke din bibe gunehekî mezin dike. Kitêbên vê baweriyê yên mezin Mishefa Reş û Cîlwe ne. Lê belê tê gotin ku ev kitêb winda ne. Ji ber ku kitêbên pîroz ên nivîskî tune ne, îbadet bi devkî tê kirin û bi vî şiklî derbasî nifşên nû dibe. Wêjeya devkî ya êzdiyatiyê bi zaravaya kurmancî ya kurdî dijî û tê parastin. Hemû diayên dînî bi zaravaya kurmancî tên kirin.
Êzdî herî zêde li Mûsil û Dihokê dijîn. Tê gotin ku hejmara êzdiyên li Iraqê 500 hezar e. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hin êzdiyên li Iraqê koçî welatên Ewropayê kirin. Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelek êzdî hene. Lê belê piştî hilweşîna rejima Sowyetê gelek êzdiyan di serî de Almanya, koçî welatên Ewropayê yên cuda kirin.