MARDÎN
Komeke îdia kir ku dê li ser sînorê di navbera Nûsaybîn û Sûriyê de dîwarê îstinadê bê çêkirin û li navçeya Nûsaybînê kom bûn û çêkirina dîwarê îstinadê protesto kirin.
Koma ku di nav de Parlamanterê BDPê yê Mardînê Erol Dora, Serokê Bajêr yê BDPê Reşat Kaymaz û Serokê Navçeyê yê BDPê Abdûlbarî Eren jî hebûn, ji taxa Yeşîlkentê dest bi meşê kirin û dîwarê îstinadê yê ku dê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bê çêkirin protesto kirin.
Kesên rûpêçkirî yên di nav komê de kevir avêtin polêsan û li ser vê jî polêsan bi ava tazyîkî û gaza îsotan mudaxaleyî komê kir. Li ser vê hin kes hetanî sînor hatin û hat dîtin ku hin Sûriyeyî jî li ser sînor civiyan.
Li ser mudaxaleya polêsan kom belav bû.