ŞIRNAK
Li taxa Şehrî Nûhê birek kuçik bişev ketin tewla Salih Îdîn û 8 bizinê wî telef kirin.
Îdîn got ez bişev bi kala kala bizina hişyar bûm û çûme tewlê. Dema ku min kûçik ji tewlê qewirandin min dît ku kûçika 8 bizinên min telef kirine. 16 heywanên min hebû û ji wan 8 heywan telef bûn, ez mexdûr bûm. Min bi wan debara xwe bi dest dixist, ez dixwazim alîkarî li min bê kirin.