KERKUK
Li gor îdiayan DÎŞIyê jê15 tirk bi giştî 60 karkerên ku ji pevçûnan reviyan li ser rêya Tikrît û Kerkûkê rehîn girt.
Turgay Hurmuzluyê karker yê ku bi hevalên xwe ve kete destê DÎŞIyê, lê ji ber ku ıraqî ye serbest hat berdan bi nûçegihanê AAyê re axivî. Hurmuzlu got ku di destê DÎŞIyê de karkerên tirk jî hene û wiha got:
"Dema em gihîştin çiyayê Hemriyê endamên DÎŞIyê rêya me birîn. Em qasî 100 karkeran bûn. Piştî ku nasnameyên me nihêrin kesên ji Iraqê ne serbest berdan. Di nav 60 karkeran de 15 karkerên welatiyên Tirkiyeyê jî hebûn. Yên din ji Pakistan, Tirkmenistan û Nepalê bûn."
Hurmuz got ku armanca karkeran ew bû ku xwe bigihînin bajarê Silêmaniyê û xwe bispêrin pêşmergeyan. Ji wir jî ji ser Balafira Navneteweyî ya Silêmaniyê herin welatê xwe.