ANKARA
Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez bi erebî bangî alema Îslamê kir û li ser pevçûnên ku dixwazin bispêrin mezheb û meşreban sekinî û got ku ev pevçûn hat asteke wisa ku alema Îslamê tehdît dike. Gormez banga aqlê selîm kir. Gotinên Serokê Karên Diyanetê, wergerandin erebî, tirkî, farisî, îngilizî, fransî, almanî, rûsî û her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî jî.
Gormez got ku Quran û sinet bi tu awayî ferman nake ku can û xwîna misilmanekî ji misilmanekî din re helal e. Gotinên Gormez bi jêrnivîsî wergerandin erebî, farisî, îngilizî, fransî, almanî, rûsî û her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî. Gormez bi erebî gotar xwend û banga aqlê selîm kir.
Gormez diyar kir ku di alema Îslamê de demeke dirêj e ku qeyranên civakî, rageşiyên siyasî û leşkerî didomin. Ji bilî vê li alema îslamê şerên ku dixwazin mezheb û meşreban ji xwe re bikin bingeh diqewimin. Şerê ku her diçe gur dibe gihiştiye asteke wisa ku ne tenê herêma lê diqewime, her wisa gefan li hemû alema îslamê dixwe. Gormez bi bîr xist ku herî dawiyê di serî de Mûsil, li herêma Iraq û Sûriyeyê tevlihevî derket. Ji ber vê tevliheviyê, rageşî jî zêdetir bûn.
Gormez daxuyand ku beyanatên ku di nava xwe de şidetê dihewînin, îlankirinên cihadê, wêrankirina cih warên pîroz û miqedes, geflêdan, revandina mirovan û kuştin di vê pêvajoyê de pêk tên. Ev jî wek nîşaneyên facîayên komî yên ku dê bên kirin in. Heke pêşî li van bûyeran neye girtin û ev bûyer bigihêjin asteke ku mirov êdî nikaribe rê lê bigre, alema îslamê dê ji hêla însanî, civakî, dînî û mezhebî ve perçe bibe.
Gormez ji bo çareserkirina pirsgirêkê bangî her kesî kir ku tev hereket bikin û wiha got:
Nasnameya misilmaniyê di ser hemû mezheb, meşreb, aîdbûna siyasî û polîtîk re ye. Divê tu dezgehên dînî rê nedin hewldanên siyasî û bûyerên ku zirara wan digihêje yekîtî û biratiya misilmaniyê. Destdirêjkirina can, xwîn, mal û namûsê li gorî Qur’ana Pîroz û sineta Pêxember heram e. Di heman demê de li gorî dîn bêyî sedem rêtina xwîna însanekî jî wek curma herî mezin tê qebûlkirin. Digel hemû cudahiyan, ev 1400 sal in ku ev civak bi hevdu re dijîn. Pêkan nîne ku mirov civakekê bi pergaleke ku bingeha wê li ser dîn û mezheb û etnîkê hatibe avakirin, bi rê bibe. Mafê tu kesî an tu komê nîne ku li dijî bawerî, nirx, fikr û ramanên kes û aliyekî din derkeve û ji ber vê şer bike. Mafê hemû kesan heye ku bi azadî li ser axa xwe û li gorî nirx û dîroka xwe bijî. Divê hemû hewldan û tevgerên bereksê vê, tevgerên kesên ku dixwazin li welat û li ser axa me fitneye derxin, bên dîtin.
Kesên ku cudahiya di nava ehlê beyt û ehlê sinetê de -ku di pêvajoya dîrokî de xwe bi xwe derketiye holê- wekî dijayetiyê dibînin û stratejiyên xwe yên siyaseta rojane jî li ser vê ava dikin, divê wekî fitne bên qebûlkirin. Ehlê beyt jî û ehlê sinet jî yên Hz. Pêxemer in. Şerê di navbera van herdu unsûran de nayê qebûlkirin. Herwiha parastina van fikr û ramananan jî tu caran nayê qebûlkirin. Tu caran nayê qebûlkirin ku firqe, cemaet û komeke misilman, têgihîştina xwe ya olî wekî heqîqeta rasteqîn nişan bide û wisa qebûl bike û hemû têgihîştinên din bide alî, berteref û tekfîr bike û bawermendên wê têgihîştinê terkî mirinê bike. Pêkan nîne ku dînê îslamê piştgiriyê bide dîtinên bi vî şiklî û van dîtinan meşrû nişan bide."
-"Ne pêkan e ku li gor Îslamê be"
Gormez destnîşan kir kesên ku dibêjin ez misilman im, ew di nav civaka Îslamê de ne û wiha pê de çû:
"Selahiyeta tu kesî nîne ku yekî din ji qada îslamê derxe. Çawa ku di dîrokê de wijdanên misilman dezgehên tekfîrê mehkûm kiribin, her wisa diyar e ku ev hizr û îtiqadên newzihûr jî dê ji aliyê wijdana girseyan ve neyê qebûlkirin. Basîret û feraseta misilmanên ku xwedî wijdan û sikûnetê ne dê destûrê nede ku ev dezgeh di nava civakê de reh vedin. Ji bo berjewendiyan însanên bêsûc û bêguneh tên kuştin, zarok û jin tên tunekirin û mirov tên sirgûnkirin, tevgerên bi vî rengî dûrî mirovahiyê ne. Tu peywendiya dezgeh û saziyên ku dê li ser van nirxan bên avakirin bi Îslamê re tune û nikare xwe bi Îslamê re têkildar jî bike.
Ji aliyan yek nikare ji bo xirabkirina gorên mezinên Ehlê Beytê Hz. Elî, Hz. Huseyîn Ebûl Fadl Ebbas yên ku li Necef û Kerbelayê ne, daxuyaniyê bide û ev daxuyanî nayên qebûlkirin. Ev rewş dê nişan bide ku ka misilman ji eql û hîkmetê dikarin çiqasî dûrbikevin. Lewra cih û warên ciyawaz ên wekî Necef û Kerbelayê, zatên wekî Hz. Elî, Hz. Huseyîn Ebû’l Fadl Ebbas ne tenê ji bo şiî û suniyan, her wisa ji bo hemû misilman û ometa Îslamê bi qîmet in. Ji aliyan yek li dijî aliyên din cîhadê îlan dike, ev yek nayê qebûlkirin. Lewra ne di ayet û sûreteke Qur’ana pîroz de û ne jî di sinetê Pêxember de fermana ku misilman dikarin xwîna misilmanekî birijînin, heye. Tu kes nikare li dijî zilmê bi îdiaya cîhadê tevbigere. Herwiha nikare bibe sedema mezlûmiyetê û vê jî meşrû bide qebûlkirin.
-" Alim jî dibin şirîkê sûc"
Gormez daxuyand ku di vê pêvajoyê de ew alim û dezgehên dînî yên ku bi serê xwe fetwayan didin, me dike fikaran û wiha dewam kir: "Îro roj ya ku dikeve ser milên aliman îlankirina fermanên ku cudayiyê dikin nav civakên misilman û civata misilmanan ji hevdu perçe dike, nîne. Divê alim cudahiyên wek dîn, ziman, meşreb, mezheb û îdeolojîk li ber çavên xwe bigrin û hewl bidin da ku nûve bikaribin bi hev re bijîn."
Gormez diyar kir îro dema ku gotinek ji pevçûn û xwînrijandinê re nabe asteng, tu xêra wê gotinê tuneye û her wiha tu qîmeta fetwayên ku dibin sedema xwînrijandinê jî tunene û wiha got:
"Heke wisa nebe, dê hemû alema Îslamê vegere qada şer û alimên Îslamê jî bibin şirîkên vî sûcî. Têrê nake ku ev rewş tenê di nava hizr û fikaran de bê şopandin. Divê nûnerên saziyên olî û dezgehên herêma ku lê şer diqewime bên bal hev. Divê hemû bi hevdu re, di serî de Iraq û Sûriye ji bo hemû herêmên ku lê şer diqewimin dest bavêjin xebatên çareseriyê. Di vê çarçoveyê de divê sazî û dezgehên navneteweyî yên misilmanan berpirsiyariyê bigrin li ser mile xwe. Wezereta Karen Diyanetê dê li hemû dinyayê şiî û suniyan bîne bal hev û ji bo serkêşiya karekî wiha jî dê bextewar bibe."