15 Sibat 2016•Rojanekirin: 15 Sibat 2016
TBMM
Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz got ku îdiaya ku dibêjin 100 eskerên Tirkiyê ketin Sûriyê ne rast e.
Yilmaz di civîna Komîsyona Budçe û Planê ya TBMMyê de li ser budçeya sala 2016an a wezaretê axivî û li wir pirsên parlementeran bersivand.
Wezîr Yilmaz derbarê çêkirina fuzeya Çînê de wiha axivî: "ASELSAN li ser Projeya Hîsar-Ayê dixebite. Ev proje wê 2020an de xizmetê bide. Çêkirina fuzeya Çînê jî wê 5 salan dewam bike û piştî 5 salan wê bê teslîmkirin."
Yilmaz got ku eraziya tugaya leşkerî li navenda Şanliurfayê maye, ji bo ku vê tugayê barî cihekî din bikin xebat dewam dikin.
"Leşkerên Tirkiyê neketine Sûriyeyê"
Wezîr Yilmaz got ku îdiaya ku dibêjin leşkerên Tirkiyê ketin Sûriyeyê ne rast e.
Yilmaz der barê mayinan de jî wiha axivî: "Li Tirkiyeyê 756 hezar û 420 antîpersonel, 194 hezar û 678 dijetank, bi giştî 951 hezar û 98 mayin hatine bicîhkirin. Leşkerên me di navbera salên 1998 û 2015an de 25 hezar û 813 antîpersonel, 137 dijetank bi giştî 25 hezar û 950 mayin paqij kirin."